komełî hîwa û ḧerfî «ji.k»

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  683 Dîtin
ey xudaye bom binêrî qasîdêkî sînesaf
biçte xizmet komełî hîwa û ḧerfî jê û kaf
gîr nebê biřwa le qewlî min biçê pêyan biłê
ey mudîrî îttîḧad û ey medarî î’tîlaf
min le daxî kurdî bed exlaq û bê ’îlim û sewad
ya debê bimirim we ya hîcret bikem bo kêwî qaf
’unsur û mahîyetî em qewme her kîbre û ẍirûr
hîç le baryanda nîye ẍeyrî diro û laf û gezaf
ḧeq nenas û naspas û bê esas û bê ḧewas
mufsîd û ehlî ẍerez mayl be cewr û î’tîsaf
ger deçin bo kerdizîn û řaweřût û řêgrî
wadezanin deçne ser şayî û zemawend û zefaf
kes nîye pêyan biłê ey piř nîfaqî bê wîfaq
ta be key toxuda heta key ew şîqaqe û îxtîlaf
ẍeyrî kurdî bê te’essub mîlletî dinya hemû
bûne saḧîb serwet û ’îlim û sewad û mûşkaf
îxtira’î řadyo û teyyare boye hatne řû
çûnke pêyan hîç bû maşênî zemînî û têlgiřaf
hîmmetu ewřoke bê, ewřoke řojî ẍîrete
des bideyne destî yek řû keyne meydanî mesaf
řef’î zułim û ḧîfzî namûs û ḧiqûqî mîlletê
çatre sed mertebe le zyaretî beyt û tewaf
ya be azadî û be şadî deçne naw ḧełqey mîlel
ya leser kursî ser û mil deçne nêw ḧełqey tenaf
pyawî bê ẍîret ke meşhûre dełên dînî nîye
ew ḧedîse zor seḧîḧe bê şik û şîbhe û xîlaf
ta nebînî derdîser her ta nexoy xwênî cîger
ta nekêşî xencer û şimşêr le kalan û ẍîlaf
nî’metî azadî û şadî wedest kes nakewê
her be meḧzî «ya alhî nicna min ma nixafErebî»
xobexo qîtin wekû elfin bełam bo ecnebî
munkesîr wek ḧerfî kaf û munḧenî wek şikłî qaf
ey xudawenda be ḧurmet ḧezretî xeyrulbeşer
aftabî asmanî çwaremî ’ebdulmenaf
meḧzî lutif û merḧemet îslaḧî eḧwałman bikey
bîne pyawêkî ḧîsabî bê girêy diłpak û saf