peykî hunerwer

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 3 Xulek  587 Dîtin
řûḧim be fîday sozeket ey peykî hunerwer
’îsa nefesa ey nefest mîşkî mu’etter
qurbanî nesîmî seḧerit bim were îmřo
ba pênekenê xunçeyî guł laleyî eḧmer
lutfê bike manî’ nîye bo hatin û çûnit
lem ’aleme cîsmanîyeda seddî sikender
řê kec meke her şa deçne xizmetî zatî
nûranîye feyyaze wekû neyîrî esẍer
yêk turfe cewanêke le nûr û nezerî piř
wek mahe le nêw encumenî encum û exter
herçend ke derwêş sifete malîke emma
wek شاە le nêw kewkebeyî efser û ’esker
yek leḧze biçû xizmetî em şexse buzurge
sułtane le nêw dayreyî şu’beyî ’esker
emma be ḧeqîqet ke temaşay ’emelî key
şaysteye bo řutbeyî serhengî û yawer
talb be kemałate wekû min be meqalat
perwane be şem sofî be mîḧrab û be mînber
te’rîfî wicûdî ke bikem min be ḧeqîqet
zor muşkile çon ḧemlî ’erez men’e le cewher
’erzî bike însafe demî sułḧ û sefaye
ta key le minî ’aczî mezlûmî qelender
bestûye le textî emelim řahî guşadî
mohrey feřeḧî xistime nêw xaneyî şeşder
bem zeḧmet û bem mîḧnetî bêḧedid û nîhayet
hatim be umêdî kerem û we’dî muqerrer
nemzanî netîcey sefer û mîḧnet û řencim
diłserdîye, destî tuhîye, qelbî mukedder
herçende ke te’sîrî kelamim le diłî to
te’sîrî giřî agire bo bałî semender
emma eger em def’e hełsitim le ḧizûrit
bê xel’et û bê cayze, bê şerbet û şekker
řesmen le serim lazme ’erzêkî binûsim
bo meḧkemeyî sałḧeye ḧezretî ḧeyder
ey «bulḧesen»a bim be ẍułamî «ḧeseneyn»t
xakî qedemî seyîdî «seccad»y munewwer
carûkeşî xakî qedemî «baqir»y toye
keyxesrew û dara û fereydûn û sikender
yek nuxte le ’îlmî ledunî «sadiq»e ewřo
nûsrawe le ewraqî dił û sîne û defter
qurbanî seraperdeyî «mûsa» û «řeza»tim
bałatre qubbey le seraperdeyî exzer
kemtir le hemû sa’îl û derwêş û gedaye
lew ’erşe mu’ellaye hemû xesrew û qeyser
ey řêzexurî sifrey îsḧanî «cewad»t
sed me’nî benî za’îde, sed ḧatem û ce’fer
destî min û damênî «neqî» û «ḧesen»t bê
yek amîr û ser «’esker»e yek hadî û řehber
ey padşehî mesnedî îqlîmî wîlayet
ewřoje ke «mehdî» le teřef ḧezretî dawer
xel’et dekirê efser û ewřengî ’edałet
namênê leser setḧî zemîn îsmî sitemger
min ’arîzim ew řoje le ew zate buzurge
te’qîbî dekem ta degeme damenî meḧşer