bulbulî xoş elḧan

bo ḧacî simayl aẍay êlxanîzade
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  566 Dîtin
ey bulbulî xoş elḧan boç hênde perêşanî
ey sadedła ta key her weḧşî û nadanî
zor ’eybe gelê ’are bo em guł û gułzare
hemdem be xes û xare sergeşte û ḧeyranî
ey ’aşiqî mestane em baẍ û gułistane
ře’naye be ferwerdîn yeẍmaye be zistanî
seru û semen û sumbul ew xêwet û xeymey guł
taracî deka tîpî sertîpî zimistanî
çen sałe minîş wek to bem derde giriftarim
kewtûme ẍezelxiwanî bêhûde û meccanî
ew zeḧmete to kêşat ew řence ke min dîtim
hîç nef’î neda bome cuz neqdî perêşanî
eş’ar û qesîdey min afaqî hemû dagirt
bane û seqiz û mukirî , serdeşt û suleymanî
(her kes be feraxorî şe’in û şeref û qedrî
aẍa û xewanînî esił û neseb êranî
bo şarî û dêhatî nardûme be sewqatî
yek deste gułî zîba, lem baẍî edebdanî
nemdî le kes îqdamê nemdî le kes îkiramê
ya bên û bedił bîken lem teb’e qedirdanî
teqsîmî ezel wabû lem hoze nebînim min
îlla elem û ḧesret nałîn û perêşanî
îlla le cwanêkî azadeyî dêbukirî
mexsûs le buzurgan û newzadeyî êlxanî
hewrî kerem û řeḧmet biřjênê bipřijênê
ser mezre’eyî qebrî bexşayşî yezdanî