xełîfey şahî zenbîlî

bo xełîfe ’ubeydîllay îndirqaş
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  551 Dîtin
tema’im bû bikem medḧî xełîfey şahî zenbîlî
ke têfkirîm le quwet xarîce teşrîḧ û tefsîlî
su’alim kird le ustadî tebî’et boçî bêdengî
gutî çibkem texeyîwil nakirê teswîr û teşkîlî
feqet bîstûme zor ehlî guzeşt û ’efu û îẍmaze
be şertê lêm neřencê ḧazirim bo xetim û tekmîlî
le bab û fesłî tezwîr û řya hînd çust û çalake
ke şeytan xo deparêzê le mekir û keyd û tezlîlî
wekû cerdey muselleḧ deçte ser řêgay misułmanan
be îman îktîfa naka deka nez’î serawîlî
hemû řojê le mektebxaneyî tedrîs û tedlîsî
denûsin sed cewazî numre yek řutbey ’ezazîlî
be řîş û sûřet û ’emmame û şikłî heyûlayî
be leḧnî nazk û qewlî ekazîb û ebatîlî
firîwî cahlî weḧşî deda bêçare nazanê
meqam û menziłî îblîse řîş û pêç û mendîlî
ayamen qulte aٕyinّe alşّe’re ’îsyan we nuqsanErebî
lekim ayḧisanekum ya la’îmî neqsî we zenbî lîErebî