qełem heste binûse

bo ḧemedemîn aẍay ḧemamyan
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  584 Dîtin
qełem heste binûse bo ḧizûrî ḧezretî qazî
le paş ’erzî selam û îḧtiramat û ser’efrazî
lewê řojê ke to řoyî le şarî û hîcretit fermû
wîşk bû nehrî şê’ir û beḧrî fikir û nukteperdazî
le ser banî serim řaweste tawêkî temaşake
ke pîrî û feqir û bê çawî çilonim pê deken bazî
be sermanda deřêjin gêjełûkey negbet û mîḧnet
ẍubarî îftîqar û tozî derd û gerdî bêwazî
ẍem û derd û beła çîn çîn û sef sef dewreyan dawim
wekû sałdat û saḧîb mensebanî şûřewî û nazî
le berheywan û nêw ḧewş û ḧesarî mescîdî camî’
be tenya dê û deçim wek leglegî meşhûrî diryazî
heta to bûy le şar, şam û nehar, goşt û piławim bû
be şorbawêkî bêtam êste zor memnûnim û řazî
leber bêhîmmetî ew mîllete bê’atîfe û řuḧme
xeyałim kird ke hîcret kem biřom bo xakî qefqazî
lenakaw quweyî ’aqîle peyda bû gutî «şa’îr»
xeyałî wa meke ger talîbî îkiram û î’zazî
le neqdî sulbî êlxanî emîn aẍay ḧemamyanî
le mał û nî’metî dinya bixiwaze herçî deyxiwazî
deřêjênê û depřijênê mîsalî hewrî nîsanî
muselsel qetreyî nî’met le kîfî keffî feyyazî
du’ay ḧîfzî wicûd û ’îzzet û îqbał û tewfîqî
leser to wacb û feřze be kurdî û farsî û tazî