şeřî cebarî û dawde û kakeyî û tałebanî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
1 Xulek
1579 Dîtin
sê ’eşret bûn beyek tařîşeman derken be ’êlcařî
cebarî û dawwide û kakeyîyekanî daye řêzwarî
qesemyan xward be řoḧî seyd birake û gořî xan eḧmed
be kelley xûg û şaxî gayî ḧûl û goştî mirdarî
debê emřo becarê qet’î neslî tałebanî keyn
teq û toqyan ke hesta gulle herwek terze dabarî
swarey tałebanî derpeřîn wek řostemî destan
fîraryan îxtyar kird seydekanî bawe yadgarî
fîrarî kakeyî her neyse emma gwêy felek keř bû
le cirit û firtî aẍay dawwide û sadatî cebbarî