basî xwardin û xwardinewey dozexyan

Li pirtûka:
Aqîdey Şêx Semî
Berhema:
Semî (1848-1889)
 1 Xulek  534 Dîtin
xorakyan zerî’, qursî zeqûme
zor germ û bogen, hem tał û şûme
awyan ẍessaqe, ’eynî ḧemîme
ya ’eynî ẍûte, ya zax û kîme
derxwardyan eden, zerî’ û zeqûm
ew têy demênê le tengî ḧilqûm
ne deçête xwar ne boy dêteder
hawarhaware, awim bênne ser
fewren zebanî, awî bo dênê
ke deyxiwatewe, daydeřzênê
basî ’ezabyan nayete teqrîr
xuda fermûye «we bî’ْse alْmesîrErebî»
herkes ezyetî xełkî zor dabê
bo zułmî mexlûq zor têkoşabê
ew zor zelîle, gelê bedbexte
zyatir le hemuwan, ’ezabî sexte