bo mergî awat
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
مەلا کەریم ڕاوچی
1 Xulek
772 Dîtin
felek neyhêştewe boman pişûyek
le dił deçzênê her sałê çizûyek
gułûkî gułşenî hêmin û hejaran
be sawayî le pay dexrê diřûyek
bizey ser lêwî xunçey pêgeyştû
dexate jêr pelamarî keřûyek
sitêrey řoşnî kurdim bwêjin
ewanîş řû le řoçûnin be dûyek
ne «hêminKes» ma le arada, ne «awatKes»
xuda! bo kurdî bê ara derûyek!
şemî şanazî komeł bû şiney ew
ewîşt kirde qurbanî be fûyek
be koçî ew hunermende, gelî kurd
dełêy bûne mekoy şîn û giřûyek
piřîşkî şîwenî xełkî, detirsim
bisûtênê hemû xwar û serûyek
berew baba û şêx meḧmûde koçit
lemewla bot nîye tirs û tezûyek
be şêx meḧmûdî xot bêje: hełebcey
bebê ho çote nêw zarî zerûyek
ke lawêke sikey «darî kelî» ew
be’is birdûye her bûn û nebûyek
le berzayî jyanî to «îmamî»!
nebînrawe xel û xewş û gulûyek
qubûł nekirawe «řawçîNasnava edebî» bo bełagêř
dena barîktire gerdin le mûyek