derdî giran

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  643 Dîtin
meygêř bigeye derdim girane
serim şêwawe diłim piřjane
meygêř dezanî çend mał wêranim
derûn piř xem û ciger biryanim
be mey to nebê ’îlacî naye
ew janey emřo le cergimdaye
saqya! nuqmî deryay meynetim
mergî «îmamî» biřî taqetim
sebir û aram û hêzim lê biřa
cergim le dûrî «îmamî» biřa
esrîn le çawim řija wek baran
matemim gêřa le kořî yaran
katê «seyadetKesseyd qadir seyadet» hewałî pêdam
«kamîl» be mergit bo mergit giryam
firmêskî çawim bexuř hate xwar
le kořî şewî şê’rî «pîranşarCih»
řaste nemdîbûy, bełam yarim bûy
merhemî diłî birîndarim bûy
êstê le dunya ke to çûye der
becêt hêşt kwêrî mat û qelender
ewladî ’elî newey pêẍember
lebo to zû bû biçî bo sefer
«kamîl»! wefatit piştî şikandim
dił û derûn û mêşkî tasandim
řeşebay merg toy pêçayewe
birdî legeł xoy, gilî dayewe
her dełêy gerdûn qînyetî lêman
her řoj zanayê nahêłê pêman
bo «hêmin» çawim wişk nebowe
şînî etoşim bo taze bowe
xozge «efzarNasnava edebî» yiş norey hatba
ta be karwanî serweran geyba