namey awat bo xałemîn (2)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  523 Dîtin
hawîn bû, germ bû, sałî şest û sê bû
namey gułî dił geyşit, dezanî kê bû?
xałêkî ’ezîz bû, nardî honrawey cwan
cwan bûmewe bew name, jyanî pê bû
ya xwa qełem û dest û diłî baqî bê
xał bû le diłim xeyałî nîştecê bû
pêş hatnî şê’rekanî řêkupêkit
cerg û diłî «kamîlNasnava edebî»t hemû twê twê bû
ew name ke qûtî řoḧî min bû xałe!
zor xoş bû le lam, çunkî be tam wixiwê bû
fermûte le kwêy ke bême lat tawêkî
bo hatnî to diłim serî le swê bû
herçende ke xwênman ḧełałe lay wan
herlaye deçûy termî cwanî lê bû
biřwane bełam şukur be azadî deben
nêwî gelî kurd le şarî ya ladê bû
herwa nebezîwe qaremanî gelî kurd
bew base jya kurdê eger gwêy lê bû
toy xałeKesxałemînî berzencî! ke bûye hoy witarî «kamîlNasnava edebî»
tebi’ û ẍezel û fikirî dena le kwê bû?