wełamî awat bo xałemîn

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  551 Dîtin
heste kamîl!Nasnava edebî ke xałemînKesxałemînî berzencî dedwê
cwan dwawe, le řoḧî emnî kewê
bîr û hoşt wekoke bişzane
xałe daxo serî le çî deswê
xałegyan! pêş ewey ke namet bê
pakî cerg û diłim bibû twê twê
honrawet be řêkupêkî geyşit
mirdibûm min, jyamewe le nwê
ya xuda her bijî be bîruřa
pêt le řêgey xebatî gel neswê
her bijî ta degey be awatit
berhełistit nebê heta ser swê
xem nebê xałî min be xem hergîz!
bejne berz û beřêzeket nenwê
to defermûy kesê biçê bo nwêj
cêbecê xo be gulleyek dengiwê
xo ewî naçte der le małî xoy
be xem û derdî wanewe depwê
mirdine, kuştine beşî kurdan
termekeş tûř deda û boy delwê
kej û kêwî me bote qebiristan
gułî hîwa be xwênî gel deřwê