namey awat bo xałemînî berzencî (1)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  519 Dîtin
herwekû masî le nêw golawî lêławim emin
hełdesûřêm bê des û pê, taze şêwawim emin
to bibe ẍewwas, derimbêne le aw toxwa, kesim!
xałe gyan firyakewe, takû nexnikawim emin!
hem qetar bûm xo legeł yaran le mizłêkî jyan
karwan řoyşit û nemzanî, becê mawim emin
min ke pîr bûm û le qîs çûm, xo bełam bew ḧałewe
carî waşe dême řîzî cwan dełêm lawim emin
xałe gyan! çawêk le endamî leberyek çûm bike
herwekû lankeşkawêkim ke çiřjawim emin
dar û perdûy leş des û pêye, ewîşim çû le dest
lanke na, em care herwek małe řûxawim emin
nayete cê taze xałe arezûy «awatNasnava edebî»y pîr!
her debê bang ka, biłê xo taze fewtawim emin