wełamî nûrî bo awat
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
مەحەمەد نووری
1 Xulek
880 Dîtin
serwerim wa hełkewt ewřoje wa de’wet kiram!
leş bebarî barî xistim bo nexoşxaney biram
kořî germî honeranî řê nedam cewrî zeman
bextî nustû karî xoy kird wa le «awat» hełbiřam
darî wîşkî bê berubarim le kêwparey jyan
bo melî řêbwarî şew bêcê weber bîwran diram
hewrî ẍem tarîk deka řojê ke «nûrî» derkewê
key le nêw teyman û taney řêgranda aşkiram?
toy le meydanî edebda şaswarî bê nezîr
bo şiney şewgarî şê’rîş to çiray, min paçram
dest û pêyan lêk dedem bowey ke «awat» serkewê
řojî řeş mewday nedamê her be zîndûyî miram
derkî dawam daxrawe gwêçkeyî gerdûn keře
xo dena asane bibye asman deng û heram