namey awat bo seyîd (4)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  532 Dîtin
min hatim û to řoyî, to řoyî û min hatim
zanîwte be qewlî wan to lotîy û min latim
gahê kiz û geh matîn, geh lotîy û geh latîn
řûkeyne der û deştan, to har û emin matim
to řawçîy û min hewçî, ba pêkewe ḧazir bîn
gwê megre qisey xełkî, wek min be; ke řahatim
serlewḧeyî govare basî minî bêçare
ya şuhreyî afaqim, ya tu’meyî afatim
kewtûme serî ewser, herkes çi dełê bîłê
derḧeq be qisey xełkî bê qeyd û mubalatim
ba her be xeyał yaro, ême be feqîr danê
to xusrewî xûbanî, şahenşehî şamatim
şayî dewê ew, seyre; des bigre, mełê lengim
hełpeřkeyekî bigrîn, to des gire, min patim
ger ça bê kelamî min, sîneş ke semawer bê
şîrîne wekû qende, hełbest û meqalatim
qurbanî wefatim min, «qadirKesseyd qadir seyadet» qedemit bêne
ser çawî ḧezînî min, ḧazir le guzergatim