wełamî ḧeqîqî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
حەقیقی
 1 Xulek  673 Dîtin
«îmamî»! namekey namî geyşit û name serçawim
le dûrî to debarê dayîma firmêskî xwênawim
bebê mangî mubarek lêm ḧerame çawekem bê to
piław û goşt û dołme û meşkefî û fiřnî û helîmawim
leber řojû nîye, dûrî le dînî toye ger mirdûm
ecel dewrim dedat, hîway wîsalî toye ger mawim
řefîqanit le hîcranit becarêkî hemû sûtan
be narî ’îşqî pakî to, be tenya min nesûtawim
ke fermûte: fîdatan bim, werin řojî hîlaketme
çi ḧacet hatuço beynî min û to, boye damawim
le qulley qelbî yaran xeymeyî nazit weha hełda
le xanexwê û le mîwan, ẍeyrî to nayête berçawim
le řêgay ’eşqî toda řehřewanit hîçî nawestin
hemûyan «kamîlKes»n wek ton û her min ser lepênawim
eger wabê ewey dostî «ḧeqîqîNasnava edebî» bê lebîr naçê
be qewlî «ka’ezîz»: bêt û neye, pêławî serçawim