namey awat bo ḧeqîqî (5)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  548 Dîtin
ewa bakey şemał hênay le xizmet yarekem kaẍez
bexêr bê řoḧî şîrînim gułî bê xarekem kaẍez
be qurbanî wefat bim çawekem, memnûnî eltafim
ke lêt pirsîm û nardit bo diłey awarekem kaẍez
hemû let let bibû bendî diłim bê lutfekey yarim
deway kird nardî bo «kanîbenCih»ê diłdarekem kaẍez
leber řojû nîye, bê hêzî tom û derdedarî to
henawim hate ber, bûye deway azarekem kaẍez
le bokanê ke kanî gewrekane toş lewêy boye
serim berz û biłînd bû hat lecêy «serdar»ekem kaẍez
«ḧeqîqîKes» toş ḧeqîqet serbiłînd û berz û maqûłî!
ke kirdite peykî řeḧmet bo diłey xembarekem kaẍez
eger dûre «îmamîNasnava edebî» guftugoy bonakirê ca çiş
nîye ferqî nizîk û dûr lecêy guftarekem kaẍez