namey awat bo ḧeqîqî (4)
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
700 Dîtin
le eḧwałî «îmamî» ger depirsin çone bê êwe!
serî sûřmawe, lem kwêstaneda bê hemdem û nêwe
biken řeḧmê be ḧałî, her beḧał hêzî leberdaye
’ecayb gîrî kird lem serzemîney piř kej û kêwe
mełên: kwêstane cêgay, lêy geřên qişłaẍ û bijwêne
be însan çî, ke ḧeywan têr dexwat û xełkî bê şêwe!
egerçî gyawgijî em serzemîne sewz û têrawe
bełam bo min le dûrî êwe wişk û piř çił û çêwe
fîdatan bim, werin lutfû hebê, řojî hîlaketme
neyen bê nêwnîşanim, bêne lam her «kamîlNasnava edebî»m nêwe