wełamî ḧeqîqî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
حەقیقی
 1 Xulek  681 Dîtin
ewa sozey beyan dîsan peyamî diłberî hêna
nesîmî řoḧperwer ’etrî ’ûd û ’enberî hêna
şiney bay merḧemet dîsan lelay kwêstanî «kanîbenCih»
çi xoş bonî hełałe û swêsne û sosenberî hêna
ne zîndû bûm ne mirdû nameket awî ḧeyatî dam
ne qasîd bû ne kaẍez saqî awî kewserî hêna
le wêney sunbul û lale û guł û guł’etłesî û şewbo
ḧerîr û etłes û cerse û qenewz û mexmerî hêna
le řûy nexiş û nîgarî pîrekwêstanî tebî’et bû
muhendîs çû nimûney řamser û babulserî hêna
sizd gir zinde girdid mirde az namitFarsî misîḧ’asa
kewa bo meskenî «serdar» namey serwerî hêna
’ezîzim şerḧî dûrî tom şewêkî takû řoj nûsî
sibeynê zû qełem î’lanî xetmî defterî hêna
qyamî qametit bo ehlî dił qamî qyamet bû
qetarî koç û barit bo mukiryan meḧşerî hêna
giřî dił zor betîne wa zû nakûjêtewe «kamîlNasnava edebî»!
«ḧeqîqîNasnava edebî» desteçîley dił, «îmamî» agirî hêna