heway dîdarî yaranî weten kewtote ser fikirim

tasey dostan û wiłat û dîdarî mela sałḧî biray û newekanî le dizewe
Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 1 Xulek  854 Dîtin
heway dîdarî yaranî weten kewtote ser fikirim
heta emcar deyanbînim be çawanim xuda nemirim
le hîcranî mela sałḧî biram û dû newem daym
be çawî piř le firmêskim kułî giryan û şîn degirim
be îznî ḧezretî şêx çende pêm xoşe be diłxoşî
le wirmê swarî maşîn bim cewazî řêge werbigrim
le sabłaẍ û le myandiwaw û le bokan têpeřim yekser
le hîç layê heta ser merqedanî baẍçe xo negirim
lenêw ew sê xelîfane be îxlas û be hoşyarî
le eřwaḧî ewan zatane feyz û behre werbigrim
le berpêy bab û dayk û jûr serî kake’elî çend řoj
be giryan ser le ser ew merqedane satê hełnegirim
be çawî piř le esrîn dest hełênim řebbî emcare
be îmanêkî zor kamîl be lutif û řuḧmî to bimirim