řojî cêjin û şadîye yaran werin ba kowebîn

pîrozbayî bo ḧacî babe şêxî cemyan ke řeza şa goçanêkî be xełat bo denêrê
Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 2 Xulek  970 Dîtin
řojî cêjin û şadîye yaran werin ba kowe bîn
zahîd û sofî wedernêyn gwê nedeyne wa’îzîn
mutrîb û saqî biła bên dest be tar û camî mey
bo temaşa bên be lence diłberanî nazenîn
sunbul û řêḧane û gułnaz û şewbo û sûreguł
xał û perçemyan wederxen xunçe bêne pêkenîn
seru û şimşad û çinar û nexil û nar û narwen
řabwestin, bibne xizmetkar lale û yasemîn
hewrî řeḧmet ba bibarênê leser gułzar û baẍ
bay seba ba bênê bênî řewzeyî xuldî berîn
sefbesef ẍîlman biła bên dest be tar û camî mey
destedeste bo newa û xunyagerîy bên ḧorî ’în
taq û cûtî taq be taqim biçne pêşwazî xełat
wa emîr hênay lelay şahenşehî êran zemîn
warîsî textî keyan sułtan řeza şay pehlewî
sêberî emin û eman û saḧîbî text û nigîn
yek seda û awaze ba destî du’a pêşî xuda
bo dewamî dewłet û ’umrî şehenşa řagrîn
wa ’esayêkî muřesse’ piř cewahêr nardî bo
ḧacî baba şêxî cemyan neslî xeyrulmuřselîn
saḧîbî seyf û qełem ḧacîy û ẍazî û pêşewa
saḧîbî şer’ û terîqî muqtedayî mutteqîn
ew ’esaye bo şiksitî ḧasîdanî ew biłê
wek ’esay mûsaye ye’nî tîlk se’banٌ mubînErebî
sed hezar carit mubarek bê xełatî padşa
ew yedî beyza û ’esaye her dû ayatî metîn
bo nîsarî ew xełate min ke destim xałîye
řoḧî xom hênawe fermû ey ře’îsul’arîfîn
bo ’umum ewřoke cemyan melce’u darul’umîd
xase bo to cewherîNasnava edebî, ḧemdً lîrbّ al’alemînErebî