ne ḧîzbî komełe û tûde ne pabendî dîmukřatim

Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 1 Xulek  1165 Dîtin
ne ḧîzbî komełe û tûde, ne pabendî dîmukřatim
ne cuzwî nehzetî mîllî, ne erbabî syasatim
leser em ’erze pane malkî yek biste xakêk nîm
’emame û xerqe û bermałe esbab û muhîmmatim
emin pîrêkî ḧeftasałe ’umir û pê le ser tabût
hemîşe qebir û kifin û mirdine fikir û xeyałatim
le ḧed bangim deka ey cewherîNasnava edebî zû wextî hatnite
le cwabda pêy dełêm to muntezîr be wa minîş hatim