ne ḧîzbî komełe û tûde ne pabendî dîmukřatim

From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 1 minutes  1167 views
ne ḧîzbî komełe û tûde, ne pabendî dîmukřatim
ne cuzwî nehzetî mîllî, ne erbabî syasatim
leser em ’erze pane malkî yek biste xakêk nîm
’emame û xerqe û bermałe esbab û muhîmmatim
emin pîrêkî ḧeftasałe ’umir û pê le ser tabût
hemîşe qebir û kifin û mirdine fikir û xeyałatim
le ḧed bangim deka ey cewherîPen name zû wextî hatnite
le cwabda pêy dełêm to muntezîr be wa minîş hatim