le ber çawan dekewm

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  482 Dîtin
wirde wirde le ber dił û çawan
dekewm, wa dyare bê tawan
sûç û tawanî min hemû małe
nîme bîdem be kes, dena xałe!
herçî pêwîstî pyawî wişyare
lay minî çareřeş be xełware
şerte ewçel lewane xo wedzim
ege zanî ezim, dena xo dizim
xwaruxêçî û dizî û diro kirdin
bê nexoşî be sekte zû mirdin
modî emřoye, řêzî lê bigre
’eyb û ’arîş le hîç kesê megre
ewî řojbaşî kirdî, řojî baş
ewî neykird, şitêkî sûrî be paş
kes be hawarî to eger naye
toş legeł ew kese meke kaye
ew kesêkîş ke dê be hawarit
bote dost û řefîq û xemxiwarit
xot be qurbanî wî bikey çake
be îşařêkî ew hełê, řake
řameweste, biła milit bişkê
nekû řawestî, abřût bitkê
pêt biłên hîçupûçe, katî xebat
řadewestê, heta debê derfat
çake ger pêt biłên le meydana
hat û nebzût heta serî dana
aferînit biken, newek nefrîn
jîn nîye bayexî, hemû demrîn