şiney behar
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
2 Xulek
836 Dîtin
behare û şiney mayey jyane
be şiney jyawe em nîştimane
behar hênerî mujdey xebate
laberî meynet, hênerî hate
awrî newrozî piřşingî jîne
bo gel û bo hoz giřî betîne
giř û girpey ew jînî pêweye
birîskey xebat her lewêweye
agirî newroze ya tîşkî hîwa
řûnakkerewey tarîkî hewa
girpey xurpey dił, şewqî zewqî gel
le dewrî dałên lawan be komeł
katêkî xoşe, fesłî newbehar
dûrî le neyar, nizîkî le yar
ewe sewz eka towî řizgarî
berhem dênê baẍ bo kurdewarî
hêndê deřzênê, hêndê deřwênê
bew germ û sardî le xoy denwênê
dûberekî gel deřzênê serpak
towî yekyetî deřwênê le xak
behar bexêrê, dinya girtî řeng
řojî wederxist laybird şewezeng
be tepił û top û be zebruzenge
dey, sa, netewey kawe! direnge
bo pêşwaz pakû biřazênewe
şine! toş korpe bilawênewe
le bêşkey xema řayjêne tawê
boy derxe katê, hetawê, sawê
bibûjêtewe le ber taw û saw
ta bête cêgey şanazî tewaw
fitîley řêgey řizgarî pêye
bexêw kirdinî yekcar becêye
ba bête berhem korpey netewe
hîway dwařojî netewe bewe
bo nîştiman û bo gel dekoşê
le řêy wan sed çel zûxaw denoşê
ewsa awatî «awatNasnava edebî» dête cê
şîn debê xełfî hîway cêbecê