xasekew (1)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  1055 Dîtin
xasekewê lew keje hełnîştuwe
xałî řeş û sûrî be cût řiştuwe
řawçî hemû lew kewe derkewtuwe
boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?
kêhe kesî ew le jyan xistuwe?
mał û meř û zêwerî kêy birduwe?
ba’îsî qetłî çîye? bîstûyetî
jînî be serbestîye, wîstûyetî
pakî gunahî kewî xoş xettuxał
jînî be serbeste le nêw diřkudał
dawî çeqand tawekû ew pêwebê
çałkene xoy pêwe debê, cê becê
çake ke dawdoze şukur xasekew
dîwye, wiryaye, be řoj û be şew
boçî kewîş mafî jyanî nîye?
ḧeqqî kej û kêwî cwanî nîye?
boçî ewîş bote bira kurdekan
nabê hełênê nefesêkî jyan?
bêtewe berdestû bebê bał û peř
pêbkenê bîbene qesrî qecer?
dek nefesû bigrê ecel, cê becê
wa ke netanbê qewetî dest û pê
xawenî ew kêw û keje her kewe
nezim û nîzamî kej û kêw her bewe
lêy geřê ba bał û peřî cwan bika
lew kele ba bangî řefîqan bika
bênewe kanyawê, bixon awî saf
bo guřeyî serbine bêne mesaf
lêy geřê dendûkî be berd tîj bika
guřře bika û bangî kuř û kîj bika
kuř be guřeguř wekû şêr û piłing
kiç be şineşin be xirîngexiring
bên û biłên: xawenî kêwan emeyn
sûre denûkman, be denûk şeř dekeyn
xawenî em xasekeweş her dełê:
řawçî debê lem kej û kêwe hełê