xasekew (2)
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
2 Xulek
989 Dîtin
xasekewê le bendenê
dîtim xoşxoş pêdekenê
be kê, be çî, be min û be to
be jînî wa bê tar û po
deygut êwe le germênin
le kwêstanřa bow dexwênin
lam waye min, be bîr û řam
germên û kwêstanê geřam
nemdî kes tenya serkewê
ya be diłêkî xoş werkewê
herkes be tenya mayewe
dawyan le řêga nayewe
be dendûk pêwe bû wek kew
řojî řûnakî bû be şew
gwê le amojgarîm bigirin
nek bikewne dawê bimirin
yekê lêre, yekê lewê
yek kewnewe, le minû kewê
bes beşbeş û lêk pisaw bin
bes bê bîr û beş xuraw bin
destêk tenya dengî naye
minałêk boy nakirê kaye
be dû dest çepłe lê dedrê
be dû minał geme dekirê
ew nîştimane pîroze
hemû katêkî newroze
şewî řoje, řojî newroz
cêy şanazî zore bo hoz
wek beheşt xemłîwe be guł
nek diłêk, bełke hezar dił
awbirdey aw û xakîye
gîrodey xakî pakîye
bełam be daxewe herwa
le jêr destî dagîrkerda
wêrane û lařûxawe
řêk çał û çołe û kelawe
şewî meynet, řojî şewe
bo geł û hoz û netewe
hîwa û awat û taseye
ax û dax û henaseye
dest be çawî xewa bênin
řabin, dujmin dapeřênin
katî řapeřîne, hestin
dest û pêy berhełist bestin
ba bes bestin dest û pêtan
ba bes bigirin lêtan řêtan
lêk bin, řêk bin, dest be dest den
şayî be xo û ḧez le hest ken
ger hest û qest û mebestitan
řêk bext ken bo kurdistan
ewcar dejîn be serbestî
serdekewn be teřdestî
le saray berzî azadî
dekewne xoşîy û şadî