mewlûdî
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
2 Xulek
949 Dîtin
be diłêkî xawên mewlûdî dekem
piř be dił şadî û xoşnûdî dekem
ewşo dwazdeye, şewî weladet
weladetî ew xetmî řesalet
ew zate mangî her be îşare
le asmanêřa kird parepare
dû let cwê bowe, hatne xwarewe
çûne baẍełî ew serdarewe
hatnewe derê le her dû qołî
be destubird û be tundutołî
çûnewe asman yekyan girtewe
bûnewe dîsan be çarde şewe
nabê moczey gewretir lewe
yanî řûnakî û tarîkî bewe
ew hate dunya, tarîkî laçû
çira hełkira, zułmet boy derçû
melek le felek hatne ser zemîn
bo pezîrayî muḧemmed’emîn
mîwey beheştyan hêna be dyarî
bo şadîyaney meḧbûbî barî
hey hey lew şewe, řojî be qurban
sed mangî taban hełat le xoşyan
le ḧewş û ḧesar, le derk û le ban
çepłeřêzan bû, bû be çiraxan
yaxwa bexêr bêy şay be tedarek!
qedemit bexêr! menził mebarek!
gyan ba kêşkiçî derkî ḧewişt bê
řoḧîş be qurban jêrî kewişt bê
feřşî ḧatemî tayî hełgîra
dergay sexay wî be carê besra
qetrêk le deryay sexay to bese
bo her zîřoḧê, bo herçî kese
şadî û sirûr û fexir û mubahat
ḧesenat, xêrat, awat wedî hat
wek segan kewtîn leber dergaket
çaweřêy luqmey xwane yeẍmaket
«kamîlNasnava edebî»! norete le derkubanî
xot baş ḧazirke bo pasewanî