řojgarî tał

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  659 Dîtin
giřî tenûrî kiłołîm betîn bû, bûme piney
nizîk bû derçê gyanim leber giř û girpey
keçî bedaxewe tirşa hewîr û pêzî nema
minîş ke řoyîbû hêzim, kutim ecel, sa dey
le sałî sî û yekewe ta geyşte penca û pênc
nebû se’atêkî asûde bim, biłêm oxey!
çi řojgarêkî tał bû ke min têya dejyam
le katî řoj û şewan her kutim xudaya wey
be ax û daxewe nustim, be êşî dił hestam
diłim ewende ze’îf bû, lepiř diřa perdey
kiłołî dewrî tenîbûm, nemabû řêge hełêm
nîşanî da be minî hełweda xuda řêgey
be pîrî mergewe řoyîm, keçî be lutfî xuda
nesîmî jînî nwê hat, jyawe dił be şiney
geřawe lam hemû fikir û xeyałî řabirdûm
be zîkirî ḧewl û qewet bo xuday baqîy û ḧey
be pîrî kewtîye çał û necatî day yezdan
le bîrî qet mebewe to îmamîNasnava edebî! takû hey