ey xuda

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1045 Dîtin
demkujî bem derdewe ya çareyî derdim dekey?
ey xuda her hełweda û muḧtacî namerdim dekey?!
herwekû caran le ser textî miradim dadenêy?
ya ne, şûm û mał xirap wek kundî ser berdim dekey?
demkeye mecnûnî ’alem, dił be dest dênim? we ya
’aşiqî řuxsarî leyla, wêłî her herdim dekey?
min be diłgermî lemewla deçme nêw gułzarî ’îşq
ya ne, meḧřûmim le gułşen, mat û diłserdim dekey?
ey xuda! caran be lutifit hîç xem û derdim nebû
êste bê lutfî, ke tûşî sed xem û derdim dekey
zû le nêw xoşbextekan taqane bûm û bê nyaz
êste lay pejmurdekanî diłbexem, ferdim dekey