nałey bê diłan

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  929 Dîtin
diłêkî wam emin nawê be nałey bê diłan negrî
wekû şewnim le ser xunçey gułan bo bulbulan negrî
wekû bulbul nebête ’aşiqî guł, dił be kar naye
eger şêtane sibḧeynan neçête ser çiłan negrî
le behre û şewq û zewq û xêr û xoşî dûre mał kawil
diłî wa bê ewîn, carêk be ḧałî ’aşiqan negrî
şewê ta řoj denałênin, legeł teyrî şewa cûtin
diłî wam bo çîye bo wan şewê ta berbeyan negrî
şewane mel dexwênin bo ewaney dił birîndarin
diłim nawê be dengî piř le sozî wan, şewan negrî
be hatuçûnî şêt û pêtî dił ba pêkenîn, ger ew
be amojgarî zanayanî pîr û ’aqłan negrî
le małê qet şewane oqre nagrê, nasrewê tawê
«îmamîNasnava edebî» ta sibeynê zû neçête nêw gułan negrî