xemêkî dî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  876 Dîtin
wekû bîstim xemit xwardim, ewîş bo min xemêkî dî
diłit bo matemim sûta, ewîşim matemêkî dî
demê nemdî le dinya hawdemê, ẍeyrî xem û derdim
le kwê peyda bikem yařebbî! axir hemdemêkî dî?
be dax û derdî towe şerte ey bałaberz! bimirim
debê ew ḧesretey xom min berim bo ’alemêkî dî
be zulfî xembexem dunyat wekû çêwî ximê lê kird
keçî bo gerdinî eminit dirêẍ fermû xemêkî dî
«îmamîNasnava edebî»t kuşt be tîrî ẍemze gerçî çawte çarey
temaşay ger bifermûy nayewê qet mełḧemêkî dî