leřêy mekteb serim danêm řewaye

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  792 Dîtin
leřêy mekteb serim danêm řewaye
lebo derdî diłim xakî şîfaye
eger çî çend kesêk lêy nařezaye
lelay min koşkî piř şewq û çiraye
eşorê çiłkî bê eqłî û cehalet
#
beşer naxate naw derd û řezałet
eto ey kakî kurdim pyawî çabe
le mêşkî xot were em bîre labe
heta minałeket genc û şebabe
be teḧsîl û be mekteb aşna be
***
hetakey çawekem napuxte xamî
wekû şûtî sipî bê zewq û tamî
eger to xawenî nutiq û kelamî
teşebbus bo ekey bo lay miḧamî
***
le sayey mekteb û teḧsîlî sin’et
wiłatî ewrûpa xoy kird be cennet
ejî bo xoy bebê azar û mîḧnet
necatî bû le des cewr û meşeqqet
beşer çî pê ewê hemyan le laye
#
çi muḧtacî neqîze û cût û gaye
xewî ẍefłet hetakey çaw hełêne
lejêr barî nezanî xot derêne
lebo mindałekanit tû biçêne
hetakey to kewî û xełkî şehêne
***
xeyałî xawe «řebbî bom binêrî»
heta zer’î nekey awî nedêrî
be birsî da’enîşî nek be têrî
be nêrî to bijî ger bêçuwe şêrî
***
le taqetma nema bigirim zimanim
cinêwim pê eden xełkî ezanim
hemûy sełte û ’ebaye be şanim
ne aẍam û ne begzade û ne xanim
***
kesêkim ’aşiqî xakî weten min
hezar kes ger le min bûbin be dujmin
nîye bakim le lêdan û le kuştin
xerîkî xizmetim ta wextî mirdin
***
qisey muftîNasnava edebî egerçî tałe emřo
ega wek mîwe payîz tê’egey to
ke çon şîrîn ebê piř ’etir û piř bo
wekû baxêkî piř narinc û lîmo