le ’umrî pazde sałî tawekû çil

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  618 Dîtin
le ’umrî pazde sałî tawekû çil
nefamî hat û daypoşîm be sed cil
le dinya bê xeber bê hoş û ẍafił
heta barî me’îşet kewte ser mil
***
ewa êsta be pîrî hoşyarim
bebê hêzî xerîkî kesb û karim
leber mindałî wirdim bê qerarim
egerçî cêge te’ney ehlî şarim
***
wekû coła be her çwar pel ecûłêm
le tozî tûtna ẍerqim heta pêm
ser û camane çiłkin takû derpêm
keçî wa’îz be kurdî cwên eda pêm
***
bełî fermûy le mirdin to nizîkî
be řoj û şew leberçî wa xerîkî
le şeş kesba legeł şeş kes şerîkî
çi eqłêke leser kam fak û fîkî
***
meger nazanî dinya bê beqaye
legeł gel dilberêkî bê wefaye
netîcey têkełî cewr û cefaye
newek bo to le’astî cumle waye
***
witim qurban heqîqet qewlî toye
ewî fermûte bê kîzb û diroye
bełam mindałî to têr nan û doye
le małî ême ḧełwa nanî coye
***
beşer muḧtacî berg û çêşt û nane
nefis ḧukmî besermana řewane
çi tegbîrê ekey fermû bizane
çîye dermanî em derdî girane
***
xulase ger qisey řastî epirsî
ewî xoy têre napirsê le birsî
mudeřřîs ta me’aşî bo nenûsî
lelay peşme hemû ders û dirûsî
***
minî bêçare bê mułk û pare
kuřêk û şeş kiç û dûy tir jimare
legeł xom noye te’dadî dyare
çîye tegbîrî em kewtehejare
***
efermûy řazqe xalq tewawe
behaney řizq û řozî danrawe
be hîwa bî bibarê fikirî xawe
bebê zeḧmet beşer bê nan û awe
***
cwabî damewe wa’îz be naçar
leřûy heq hate pêş û kewte giftar
witî ey ’aczî xestey birîndar
zelîlî quřbeser dił piř le azar
***
diłim piř bû letaw to kewtime giryan
le çawim aw debarê ’eynî baran
le ḧałit matim û sersam û ḧeyran
ewa cergim seraser bû be biryan
***
peşîmanim le qewlim bê nîhayet
beyanatê ke to kirdit be ayet
hemû wek dûxe lay ehlî dirayet
gelê meqbûle bo tebi’ û ḧîkayet
bese muftîNasnava edebî gile û řazî zemane
demî xot bigre çîte lem qisane