řojî hel
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
809 Dîtin
sed şukir kurde! ewřo řojî hele
hele hełkewtuwe, fermû be pele
were meydan û le xwên sûrke wiłat
wa ke lew xwêne term bêne mele
gerçî êstake be çaw deybînî
dujminit şîk û cwan, qît û bele
dê zemanêkî le ber dest û pelit
xo bika pan, bikewê çeşnî sele
ew deme tołe be dest bêne eger
pyawî, bigre netewî xot be pele