nîştiman

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  673 Dîtin
temaşa nîştiman, řêk cêge mołe
çi wêran û kelawe û çoł û hołe!
gelîş herwa be fîkirêke le kuncê
ke çon bistênê lew bew fêłe tołe
bełam deşt û derî zenwêre hêşta
lebo seyranî gel zor nermunołe
hemû baẍ û guł û gułzarî herwa
lebar û diłřifên û zerduzołe
lewêda min be carê destew’ejnom
be dest şextey zemane bûm kizołe
le nêw ew baxeda bê qedir û bayî
«îmamîNasnava edebî» baxewanêkî kiłołe