kiçanî pênciwên meẍdûrin yekser

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  494 Dîtin
kiçanî pênciwên meẍdûrin yekser
le xakî ’êraq derkirawne der
bê mekteb ejîn weḧşî û bê huner
le herdû dinya wêł û bê xeber
***
lutfî me’arîf bo dêhat û şar
ebarê her wek baranî behar
kuř û kiç pol pol wa bûn be gułzar
her êmey negirt daxim hezar car
***
eger naḧîyey lîway ’êraqîn
bo le mekteba tefrîq û taqîn
kuřman pêgeyî kiçman herbaqîn
lem xisûsewe saḧêb meraqîn
***
egerçî xoman xewman şîrîne
lêfey bêhoşî le serman çîne
nazanîn mekteb wasîtey jîne
me’arîf bo çî lêman be qîne?
***
me’lûme ’alem zorî nûstuwe
hendêkî tirî ełên mirduwe
xeberêk nebê bem zûbezuwe
le xew hełnasîn ledes derçuwe
***
hîwaman eger ḧacî û e’za bê
eger tozê bê ewîşman nabê
ew her parekey be duwane zabê
îtir ba hejar ẍerqî derya bê
***
le îcbarya be yadman eken
le îstihlaka berbadman eken
tûşî hawar û firyadman eken
bo le mekteba naşadman eken
***
minîş betał û bê îş û karim
ya kellem řeqe weya bê ’arim
hemû kes bê xem her min xembarim
ne wekîlî ’am ne e’zay şarim
***
muftîNasnava edebî xeyałit perte û bêhoşî
ya xew ebînî yaxud serxoşî
ne saqî meclîs ne badenoşî
bo çî betenha wa dił be coşî