katî behare

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  852 Dîtin
katî behare çawekem! bê biçîne baẍî dûbedû
guł biçnîn be herdû des, bêyne sema û custucû
saqî be hełpeřînewe dêt û deçê le nêw çemen
xunçe be pêkenînewe dił deřfênê zû be zû
bulbul û qumrî her teřef sazî teřeb deken, keçî
le şaxî guł, le daxî dił xo denwênê kundebû
’eř’eř û seru û narewen pakî be dem nesîmewe
be řeqis û şewq û zewqewe dên û deçin be arezû
edeb diřa defî leber tereb le bax û gułşena
le lay beşer lebo dewa nema ḧeya wu abřû
xoşîye, keyfe, şadîye, bezme, heraye, çopîye
be ’eşqî bûkî bulbule, xunçe ke bûke, dił xesû
řaz û nyazî dił deken bulbul û qumrî pêkewe
herdû be fikirî bîkirewe, xunçe be yek deden be şû
her betenê «îmamîNasnava edebî»ye bê beş û behre mayewe
xermenî xem be ba deda, denkî esef deka be tû