ẍezelî naqîs

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  879 Dîtin
çi şewê bû şewî cum’e, ke şewî zelzele bû!
şewî soz û şewî piřsoz û hera û meşẍele bû!
çi şewê bû ke çiray ’erzî be firmêskî felek
hemû kûjanewe, meclîs hemû bê meş’ele bû!
meş’elî suxtedłan geyye felek, boye lewêş
destedeste melekîş hatne ’eza, helhele bû
xom û herçî heme kirdim be fîday û ecelîş
keçî te’xîrî nekird, seyrî çi bê ḧewsele bû!
diłî ême û diłî ’alem wekû yek agirî girt
çake lem merḧeleda dił le diłan bê gile bû
hênd perêşane diłî xanexrapî «kamîlNasnava edebî»
ẍezelî naqîse, em care bibûrin pele bû