jînî xoşewîst řoḧî kurdistan

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  402 Dîtin
jînî xoşewîst řoḧî kurdistan
çiray tarîkî şewî nîştiman
em nameyey min aman sed aman
neşrî ke bełkû bigate hemwan
***
gelê kes le min xeberdar nîye
ełên honrawet bo dyar nîye
eřwanîne jîn kwa hawar nîye
şî’ir û nûsînit koł û bar nîye
***
hemû pênc şemwan eřwanîne jîn
bo ew şî’raney ke dên le pênciwîn
keçî kem û zor hîçî nabînîn
bo hîç nanêrî le xot epirsîn
wełam:
ba pêtan biłêm gewrekanî min
epirsin le jîn berg û nanî min
şewîşim řoje leber îş kirdin
awate xwazim daym be mirdin
***
şeş kiç û dû kuř xom û daykî gişt
pîrejnê kwêr yazde kesî xişt
tenya her xomim bê pena û bê pişt
xetay xoyşim bû xom řengekem řişt
***
bîst û dû sał bûm çûm jinim hawird
bê pare û bê pûł bebê berawird
her le piřêka herwa destubird
katêkim zanî heştim dirûst kird
***
xom řagirtaye heta çil sałî
le jînî dinya çak ebûm ḧałî
êsta ke pîr bûm leber betałî
gîrfan û mêşkim herdûkî xałî
***
ger wextî gencî huşyar ebûm
legeł zanayan dost û yar ebûm
xerîkî řenc û îş û kar ebûm
bo êsta tûşî sed azar ebûm
***
minîş wek xełkî xo her beşer bûm
leber bê ’îlmî wa bê xeber bûm
duçarî řêgey sed derdî ser bûm
lem xak û awe her derbeder bûm
***
îtir be hîwam gileyî neken
jînim wehaye eger tê egen
ne sin’etkarî ne ’îlim û ne fen
ne mułk û ne ḧał ne hêzî beden
***
naşzanim mastaw dirust kem bo kes
cwanî kem potîn be fiłçe û be des
çaweřwanî des kesîf û teres
ḧuř û serbestim ejîm be hewes