řołe min mirdim lejêr barî giranî zułmewe

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  1284 Dîtin
řołe min mirdim lejêr barî giranî zułmewe
êste muştaqî tenafêkim ke bête milmewe
agirî qehir û zelalet çote cerg û diłmewe
bê kifin daxił be xakim ken be xom û cilmewe
***
pêt biłêm em derde çî bû êste swar şanim buwe
to ke gencî labe em fîkir û xeyałat û xuwe
dûr ewestam min le mekteb taze wextim derçuwe
sêberî mekteb nebê ẍerbî be çî serkewtuwe
***
min le tirsî karbedestî çewt elerzim bê diro
hîç xetabarîş nebim axir beqet yek denkeco
necmekeyşî derkewê înca ekewme řołeřo
cehil û bê ’îlmî wehay hêna beser ejdadî to
***
ca ke wa bû derdî to dermanî mabê mektebe
bo jyanit sin’etî şîrîn û çakit metłebe
xwêndinî ’îlim û finûnit şertî dîn û mezhebe
herwekû weḧşî le kêw û deşt û seḧrada mebe
***
řołe min emirim le destit der’eçim to bî û xwa
cehle bo ’alem hemû derd û bełayek xełq eka
em qisaney pêt ełêm bîrit neçê bo mabeqa
’îlme sed zincîr û pêwendîş le pêda la’eba
***
to eger dinyat newê hełçî le tekye û xaneqa
zeḧmet û teḧsîlî nawê pirç û pelkey bê beha
řîş be mangê dête dest û sehle tezbîḧ û ’eba
qet nenałênî lejêr barî giranî bêwefa
***
nan û bergî nêrî û jînî şerîf ger natewê
çiş le mindałîş le serma ya le birsana xewê
nanî derwêşî heta mawî pekit boy nakewê
ḧîz û salim řoḧ leber hergîz leberta nařewê
***
ya heta mawî lejêr dar û şeqî bêgane bî
ya wekû ew mîlletey etrafî şarî bane bî
ya le heq lade beşt pirç û deq û dêwane bî
bo çî tûşî zeḧmet û řeftarî řêy merdane bî