şewnim
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
1055 Dîtin
le ’umrî kurtî xoy çawim gile ta ser deka şewnim
be lêwî pêkenînî xunçe çawî teř deka şewnim
meke toxwa degeł wî basî ’umrî zor dirêj ey guł
diłî safe, witey wa gyane zû baweř deka şewnim
firîwî her hewesbazê mexo ey tazeguł aman!
sibeynan arezûy yarêkî dî û hawser deka şewnim
demaxî berze gerçî qetreyêkî nêw gułûkane
şew û řoj řû le řoj û mang û lay exter deka şewnim
esîrî řeng û bo nabin ewaney pak û dił safin
şewane ta beyanî taq û tenya ser deka şewnim
le gułzarê ke «kamîlNasnava edebî» xunçeyî bîr û xeyał eçnê
leser guł her şerabî saf û řuḧperwer deka şewnim