çiray xanedan

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  668 Dîtin
ewend sergermî derd û mîḧnet û endûh û ḧîrmanim
neperjam her le lat bim, her fîdakem řoḧim û gyanim
be qurbanit bim û řoḧim fîdat bê, gyanî şîrînim!
le dewrîşt geřêm bo derdî min toy mame! dermanim
çiray bo xanedan û cêgeyî fexir û mubahatî
xuda ḧîfizit bika, mame emin bot qoçî qurbanim!
were serçawekey çawim, wekû ceyḧûnî mał kawil
le sed cê naxuda xinka be gêjî wextî giryanim
«îmamîNasnava edebî» herwekû dêwane řêgey çoł û hołî girt
le taw to ey be qurbanit debim, min xanewêranim!