qurbanî wefatim

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  945 Dîtin
ẍerqim le ẍemî hîcrî to, boye kiz û matim
zulfî wekû zincîrte espabî necatim
bîxe milim û bimxe qeraẍê be serî xot
ey serwî biłindiqametî şîrîn ḧerekatim!
lew řojewe min kewtime nêw beḧrî ẍemî to
řoşin buwe lay ehlî wefa ’ehd û subatim
herçî le diłtidaye bebê tirs û xem û bîm
bîke legełim, gyane be qurbanî wefatim
me’lûme ke to xawenî cwanîy û cemałî
herçende nîye maçê le lêwit be zekatim
wek lêwî bedexşante guł, xende sîfate
boye wekû bulbul be humêd û be tematim
«kamîlNasnava edebî» ke weha ẍerqe le gêjawî ẍemî to
to xwa bigre destî, ’ezîzim be fîdatim