pařanewe
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
801 Dîtin
min segêkim, segêkî dergatim
gerçî bê fikir û bê mubalatim
gerçî birsî û feqîr û bê hêzim
wa be hîwa û humêdî to hatim
kesel û bê weř û le pas kewtû
nanî şwanim dexward û her latim
pîr û bê kełpe mam û lêqewmaw
boye řûzerdim û kiz û matim
luqmenanê le derkî tom bidenê
wedezanim emîrî şamatim
nahumêdim meke le řeḧmetî xot
bênecê arezûm û awatim
wa «îmamîNasnava edebî» dełê: biřa le xeman
şê’ir û honrawe û meqalatim