pîrî le nakaw

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  836 Dîtin
lenakaw pîrîm lê wederkewt
bextîş herwek xom hat û lêy xewt
derkî necatim lê daxrawe
řêgey řizgarîm řêk xwar û çewt
řojî řûnakim tarîk bû wek şew
çiray jyanim mawe bê newt
fitîley ḧeyat beḧał řûnake
herbîna ewîş le sûtan kewt
cêgay geřanim ta ser çomîye
cêy danîştinim dergay mizgewt
hey hey lem jîne lem beřêçûne
keçî bew ḧałeş dił her nesrewt
espî tebî’et hêşta her sware
herwa bekare, becłew, xoşřewt
çwarîne û hełbest, qesîde û ẍezel
yek le dûy yek dên, pênc û şeş, ḧewt
ew teb’e sware, tund û řewane
bo to «îmamîNasnava edebî»! zeḧmet bê zewt