pařanewe

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  644 Dîtin
řûm le dergate wekû sa’îlî řût
sa’îlêkim be xuda řût wiqût
min û dił nîweşew û katî beyan
dêyne berderkî eto herdû be cût
be humêdî keřemêkî zorîn
le xuday wa be celal û cebeřût
be nesîmî keřemit kolkedrext
taze bû, xunçeyî kird û pişkût
piştî min asne, połaye meger?!
ke le jêr barî gunaha nebzût
îttîkam ayetî «la teqnetû»e
nahumêdim meke boxot fermût
ahî min wek nefesî subḧideme
keçî her hat û le hîç kwê nengût
şahîdî ḧałî mine xwênî diłim
ke be ’eynî detkê wek yaqût
ẍeyrî lay to nebê, em quřbesere
hîç penay dî nîye, mat û mebhût