be ẍefłet têpeřî ’umirim le penca

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  498 Dîtin
be ẍefłet têpeřî ’umirim le penca
sipî bû řîş û ser yekser le řenca
sitarey bextî min cêma le burca
îdarey mał û mindałim negunca
***
le wextî gencî û ’umrî şebabim
le ḧerbî «’emir û zeyd»da bûm cenabim
belaş û mifte bû nan û kebabim
xeyałim wa eçû hawşanî şa bim
***
ke wextê cûte feqyaney ketanim
exsite ser mil û ser bask û şanim
lelay xom wam ezanî bêçwe xanim
weya xo warîsî qewmî babanim
***
eřoyştim beser erza be ’înwan
nebû şexsêkî saḧêb řeḧim û wîjdan
nîşanim da terîqî jînî însan
ke nanê bête destim sehil û asan
***
ewa êsta ke danîştûm xefetbar
diřa feqyanekem qewmîne hawar
kuř û kiç komełê lêm bûn be serbar
bebê îş û bebê sin’et bebê kar
***
ke xom bem new’e wa tûşî beła bûm
be dax û derdî dinya mubtela bûm
zelîlî mew’îzey şêx û mela bûm
ke muḧtacî destî ḧacî û qelaTeksta ne aşkira bûm
***
ke wa bû bo hemû ewladekanim
nebestim çake ta mawim zibanim
ekem beḧsî zelîlîm û jyanim
fikiryan ba neçê dad û fîẍanim
***
ewanîş ba nebin wek min giriftar
nekêşin ahî sardî piř le hawar
temeł ba danenîşin mat û xembar
nebin muḧtacî destî yar û eẍyar
***
dił û gwê şil neken bo we’zî bê cê
heta mirdin xicił bin ba be řencê
bebê řenc û areq nabê biřencê
le filsê ta řyałê ta be gencê
***
ke min zîndûm û muḧtacim be xorak
le hawîn û le zistana be poşak
çilon her dabnîşim mest û bêbak
heta nemirim leberçî biçme jêr xak