bay wade

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  919 Dîtin
ey şiney xoşî behar, bay wade! her toy şareza
bo kej û kosar û deşt û lûtkeyî berzî çya
çaweřê bûm zû nehatî, bo nehatîm bû meger?
laremil bûm wek wenewşe, axrî estom şika
çawî xom hênde biřîbû min le řêgay hatinit
herwekû nêrgis le baẍ û gułşena çawim řwa
gyanekem! çabû ke hatî, wek henasey min nebûy
sardusiř, bê xêr û bê qazanc û amanc û sefa
wa şukur ewřo şinet hat û geşawe mêrẍuzar
daẍdare befir û lêy qewma heres, piştî şika
ey nesîmî berbeyananit wişey jînî nwê!
ey kizey xoşt ḧekîmî ḧazîqî derd û beła!
bo guł û gułzar û baẍ û çîmen û deştî wiłat
toy debexşî dîmen û toy mayeyî neşûnuma
darî guł, seru û çinar û lalezar û narewen
řêk le xoşî to ewa kewtûne hełpeřkê û sema
lale û nesrîn û guł, sunbul, wenewşe û yasemen
nêrgis û şewbo hemû piř ẍunçe û berg û geła
kundebû xwêndî le şax û bulbul û qumrî le bax
heryekê hawar eka: wa ba xełat pexşan eka
kanyaw toqîn le bin berd û xiřîş piř bûn le aw
mêrg û deşt û der jyawe, bote yek ḧeşruḧela
řêk wederkewtin kuřukał, kîj û law, pîr û cwan
des le naw destan, be hełpeřkê řefîq û aşna
kes nema emřo le şar û dê, hemû çûne derê
her «îmamîNasnava edebî» ma le małê bê seła wu bê seda