zistanî şêx çopan
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
2 Xulek
1118 Dîtin
zimherîrêk bû be nêw zistan û hat û řabra
’alemêkî bird legeł xoy, ta çuwe çałî fena
kirdewe û paşmawekey ew, bogenî laşey wiłax
şwên û asarî giławî hîç le małêda nema
xîge hełçořa le çewrî, ard le kendû bote toz
mast û do, keşk û penîr, tozê nemabû bo dewa
qûtî da zistan heçî bû, qûtî ḧeywan û beşer
ka le kadên bû qutar û gya le qorye û gîşeda
cerg û dił řeş bû letaw bê suxtîy û dar û řejî
bû sipî çawman le ḧesret tam û bonî qend û ça
xişxişey girt keł le serman, mird le birsan bizin û kar
lařeşe geyye wiłaẍ û gwêřepey girt cwanega
ker le sermana hełîkêşawe gwêy û hate der
çû degeł gwê kurtî eḧmeq kewt û lêk bûne bira
hate der laşey meřumał, bê jumar û bê ḧîsab
seg le xoşî xoşîya řêk kewtine xoşî û sema
goştyan nexura le ber lawazî û espê û gene
pêstyan nekira be wesłe, destî wêkewt û diřa
«laleşwan» lał bû le kêw û «kakerîm» kwêr bû le mał
ew le tendûr bote taco, ew le kej hawar eka
hat behar, emma le paş barane boçîme kepenk!
ya le paş mirdin çi sûdêkî heye awî beqa?
hat behar, emma beharî hênde piř seyr û sefa
nebwe qet, neydîwe kes lem dewreda, neşbîstira