cwab name lîl be micnun

Li pirtûka:
Leyla û Mecnûn
Berhema:
Xanayê Qubadî (1704-1778)
 2 Xulek  938 Dîtin
yanîhay name be hûnaw cerg
menûsom we lay post piłeng berg
nwîsa azîz ’emozay dosim
şerîk mobet, î cerg û posim
namey gileyî diłgîrît yawa
wanam û bosam we dîdem sawa
tebrîk menził be tîr û tane
kerdebêt ce min, dos bêgane
î menził we dił řezay dił nebî
we meram dił min ḧasił nebî
ye zor ferman babomen aro
ḧeq ce bałay ser lêş hor nedaro
pencey çenî ẍeyr to kero bazî
qet’iş mekerom be têẍ tazî
xîzab ẍeyr pey to we syaqîr bo
we gił ne řûy ferq azyetî gîr bo
qesem bew xwa wêş tenya û ferden
min û toş ce hem wa cuda kerden
şertim yek şerten we beyn dirustim
we meyl û mobet me’şûqît mestim
xatirit cem bo xem bider we bad
dinyam feramoş her tomen we yad
genc ser be mohir saq û siłamet
mebo bimano ta řoy qyamet
her ta ke zîndem mayey jînmî
quwey besîret dinya û dînmî
dimay merdenîş we temay wesiłim
çun murẍ mefrûq mayl we esiłim
hey řo newaçî leyl lêm ẍafłen
xo wêt mezanî, dił řaş ne diłen
ce dûrît daym zar û řencûrim
zayf û zerden cemîn bilûrim
we gyanit qesem nizîken mergim
nêş newmêdî gîren ne cergim
her ta newanan yasîn mergim
sifîdî kefen nebyen be bergim
řengim řoj be řoj çun xezan zerden
wa medo penem mizganî merden
zû beyo be lam axir dîdaren
pey dîdar leqat dił întîzaren
ce daẍ derûn, ce êş û azar
meşom we meydan gułbaẍçey gułzar
bełke cew gułzar bwînom leqat
îtir ce ’uqba wadey melaqat
aman sed aman nebo feramoş
be watey bedan leyl neşot ne hoş
min ew wefadar ’alî gewherim
bê perwa ce xof bab û şewherim
ẍeyr ce dîdenî dûrawdûr we çem
îbin selamim nedyen xatircem
çun zemîn tînû we baran ẍeys
leyl ’amîrî hewadar qeys
nameş da be dest qasîd bî řahî
berdiş we lay qeys be xatirxiwahî
ew nameş wana ser ta we daman
nya we řûy dił pey şefay zaman